Rusya: Em ê bergirên pêwîst bigirin!
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Rusyayê ve li ser rewşa şerê navbera Rusya û Ukraynayê, Amerîka û NATO hat hişyarkirin. Di hişyariya hat kirin de hat gotin ku dê li dijî helwesta heyî, bergirên pêwîst bên girtin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Ryabkov, di daxuyaniya ku da RIAyê de da zanîn ku pevçûna rasterast a bi NATO û Amerîkayê re ne li gorî berjewendiya Rusyayê ye. Sergey Ryabkov got,
“Li hember helwesta Rojava ku destwerdana pirsgirêka Ukraynayê dikin û ev destwerdan her ku diçe zêde dibe, Rusya dê bergirên pêwîst bigire. Pevçûna rasterast a bi Amerîka û NATOyê re ne li gorî berjewendiya Rusyayê ye û ne di bala Rusyayê de ye jî.”
Sergey Ryabkov di dawiya daxuyaniya xwe de hişyarî kir û got ku
“Em Washîngton û paytextên welatên Rojava hişyar dikin ku hay ji vê bezandina xwe ya ber bi xetereyê ve hebin.”