TR KU SO
FB X
Cîhan

Rusya: Em qebûl nakin Îran bo herêmê tehdîd bê nîsandan

Admin M
Nivîskar
📅 26 hezîran 2019 01:46

PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê konseya ewlekariyê yê Rûsyayê Nikolay Patrushev tevlî nakokiyên navbera Amerîka û Rûsyayê bû û weha got:

“Îran wisa tê nîşandan ku ewlekariya herêmê tehdîd dike û bi rêxistinên terorîst yên navdewletî re tê qiyaskirin, ev yek nayê qebûlkirin.”

Patrushev, Amerîka û Îsraîlê re tevlî zirweya ku li Qudsa Rojava hat kirin bû û di zîrweyê de fikra xwe anî ziman. Li wê derê bersiva rojnamevanan da û parastina wî ya bo Îranê herkesî şaş kir. Petrushev bang li Amerîkayê û Îsraîlê kir ku bo krîza Sûriyê çare bê dîtin. Mijara zîrweyê Sûriye û Îran bû.

Serokatiya zîrweyê Benyamîn Netenyahû dikir û di civînê de li ser navê Rûsya Patrushev û şêwirmendê hetewî yê Amerîkayê John Bolton hebû. Li ser navê Îsraîlê şêwirmendê netewî yê Îsraîlê Meir Ben-Şabbat jî hebû.

Parve bike: