Cîhan
Rûsya: Heger li axa me sabotaj çêbibe, em ê bi mosekan li Kievê bixin
PeyamaKurd-Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku li ser axên Rûsyayê çalakiyeke sabotajî çêbibe, ew ê bi moşekan êrîşî hêmanên li Kievê bikin.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Igor Konaşenkov ragihand ku dema ew rastî êrîşeke terorî werin, ew ê êrîşên xwe li hember Kievê zêde bikin. Konaşenkov da zanîn ku helîkopterek aîdê Ukraynayê qada hewayî ya Rûsyayê îxlal kiriye û li herêma Bryanskê êrîş pêk aniye.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku Ukraynayê duh êrîşî sivîlên li Klimovo kiriye û wan jî li herêma Horodnyayê bi S-400an li 8 helîkopterên Ukraynayê daye.