TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya îxracata qedexeya petrolê dirêj kir

Admin M
Nivîskar
📅 30 îlon 2026 21:54

PeyamaKurd – Hukumeta Rûsyayê bi sedema parastina îstîqrara petrolê ya nav Rûsyayê, qedexeya firotina dîzel, petrola keştiyan û qazyaxiyê heya 31ê Cotmehê dirêj kir.

Bi sedema Ûkrayna li rafîneriyên petrolê yên Rûsyayê dixe, li hinbek deverên Rûsyayê givaşên ser firotina petrolê dewam dike. Qedexeya firotina benzînê ya ji bo welatên derve jî heya 31.01.2027an dirêj kir.

Hukumeta Rûsyayê ragihandina xwe bi nivîskî kir. Sedema danîna qedexeyan ya ser petrolê, ji bo îstîqrara bazara petrolê ya nav Rûsya ye û hem Ûkrayna di rafîneriyan de keysê ji Rûsyayê sitendiye ji ber ku bi dronan êrîşê ser rafîneriyên Rûsyayê û depoyên Rûsya yên petrolê dike.

Parve bike: