TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya ji NATO re: Daxwaza endamtiyê ya Ukrayna û welatên berê ên Sovyetê red bikin

Admin L
Nivîskar
📅 18 berfanbar 2021 20:32

PeyamaKurd – Rûsya bang li NATOyê kir, da ku daxwaza endamtiyê ya Ukrayna û welatên berê ên Sovyetê red bikin.

Herwiha ji hêzên NATOyê jî daxwaz kir, ji sînorên Ewropaya Navîn û Rojhilatê derkevin.

Rêveberiya Moskow, ev daxwazên xwe weke belgeya “misogeriya ewlekariyê” pêşkêş kir. Lê ji niha ve NATO, Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropayê dibêjin, ne mumkin e ku ev daxwazên Rûsyayê bi cih werin.

Hin xalên ku di belgeya Rûsyayê de cih girtine ev in:

Divê hêza NATO mezin nebe û daxwaza endamtiyê ya Ukrayna were redkirin.

NATO xebatên xwe ên leşkerî li Ukrayna, Ewropaya Rojhilat, Qefqasya û Asayaya Navîn bi dawî bike.

Divê moşek li hember sînorên Rûsyayê neyên bicihkirin.

Parve bike: