TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: Li basûrê Sûriyê agirbes qediya

Admin M
Nivîskar
📅 27 hezîran 2018 19:43

PeyamaKurd- Rûsya ragihand ku li başûrê Sûriyê agirbesa taybet ya ku bi Urdun û Amerîka re çêkiribû qediya ye. Rûsya di ser hesabê xwe yê medya ya civakî de, ji baregeha Himeymimê ya li bajarê Lazikiya Sûriyê ragihand ku muxalefeta leşkerî li pey agirbesê nediçû. Peyam weha ye:

“Em dikarin bêjin agirbesa li başûrê Sûriyê qediyaye lê ya li Îdlîbê dewam dike.”

Li başûrê Sûriyê, bajarên Dera û Qunaytrayê bi garantoriya Rûsya, Tirkiye û Îranê, di pêvajoya Astanayê de, yek ji herêma agirbêsê bû. Amerîka, Rûsya û Urdun piştî du mehê din bajarê Dera û Quneytrayê bi peymaneka taybet xistibûn statuyeka taybet û Amerîka ji muxalefetê desteka xwe vekişandibû.

Rejîma Sûriyê û Îran piştî ku li orta Sûriyê gelek deveran bi dest xistin, tevî nerazîbûna Amerîka, di 20 hezîranê de operasyona ser Derayê dabûn destpêkirin.

Neteweyên Hevgirtî dibêje ku li bajarê Derayê jiyana 750 hezar sîvîl di talûkê de ye û 45 hezar kes ji ser cîh û warên xwe bûne.

Parve bike: