Rûsya: Me ATACMS û Himars îmha kirin û 2 bajarok xistin kontrola xwe
PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, îro 29ê Mijdarê bi daxuyaniyekê ragihand ku pergala parastina asmanî di hefteya borî de 10 moşekên ATACMS û moşekên Himars ên amerîkî îmha kirine ku ji Ukrayna ber bi axa Rûsyayê ve hatibûn avêtin.
Hate diyarkirin ku hêzên Rûsyayê 2 bataryayên moşekên Grom-2 û navendên komkirina moşekan a hêzên Ukraynayê jî rûxandin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, hêzên Rûsyayê 22 êrîş li dijî kargehên hilberandina pêdiviyên leşkerî yên stratejîk ên Ukraynayê pêk anîne û bajarokên Vovorovskoye û Novaya Ilyinka yên Ukraynayê xistine bin kontrola xwe.
Rûsyayê daye xuyakirin, hêzên wan di hefteya borî de bersiva 53 êrîşên hêzên Ukraynayê dane, 2 hezar û 910 leşkerên artêşa Ukraynayê kuştine û 2 tank jî îmha kirine.
Herwiha artêşa Ukrayna jî bi moşekên dûravêj ên Amerîkî pêşveçûna xwe ya li nav erda Rûsyayê Kurskê didomîne.