TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya pêsî li ber xwegihandina Facebookê girt

Admin M
Nivîskar
📅 05 adar 2022 03:28

PeyamaKurd – Piştî şîrketên mezin yên rojavayî li hemberê Rûsyayê dorpêçan danî, Rûsya tedbîreka dinê danî û ji bo xwegihandina Facebookê tedbîr sitend û Facebookê asteng kir. Piştî tedbîrên li hemberê Rûsyayê, Rêxistina Kontrolê ya Civakî ya Teknolojiyê ya Rûsyayê (Roskomnadzor) ket nav tevgerê. Roskomnadzor ragihand ku qedexe daniye ser xwegihandina Facebookê û weha got:

“Di 4 ê adara 2022 an de, Federasyona Rûsya biryar da ku li ser axa federasyona Rûsyayê kes xwe negihîne tora medya civakî ya Facebookê.”

Hefteya borî Dengê Amerîka, BBC û Deutsche Welle malperên xwe yên dîjîtal ji bo ku Rûsya di derbarê îşxala Ûkrayna de agahiyên şaş dide, astengî danîbûn pêşiya Rûsyayê.

Parve bike: