Rûsya rêjeya kustiyên xwe askera kir
PeyamaKurd- Serokê komîta bergirî û ewlekariyê yê Rûsyayê Viktor Bondarev bi sedema sêyemîn salvegera operasyonên Sûriyê bo çapemeniyê beyanekê da. Bondarev ragihand ku di dema Sowyetê de li Afxanistanê di nav 3 salan de 4 hezar 800 leşker, 60 tank, 400 alavên zirxî, 15 balafirên şer, 97 helîkopterên wan ji dest çûne. Bondarev weha dewam kir:
“ Heya niha artêşa me li Sûriyê 112 leşker berze kirine. Ji van leşkeran nîvê wan di qeza balafiran ya An-26 û bi lêdana balafira İl-20 hatin kuştin. Wekî din me 8 balafir, 7 helîkopter û çend alavên ziexî wenda kir.”
Bandarev behsa rêjeya zayiata koalîsyona Amerîkayê ya ku di navbera salên 2003 û 2006an de li Iraqê kiribû kir û got ku 2 hezar û 515 heb leşker, 10-20 tank, herî kêm 50 alavên zirxî, 15 balafir û li dora 80 helîkopter zayîat dane.