TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya tirsa xwe dixe ser dinyayê

Admin M
Nivîskar
📅 30 tebax 2018 19:11

PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku wê di navbera 1 ê êlûnê heya 8 ê êlûnê bi 25 keştî û 30 heb balafiran tetbîqateka leşkerî di Behra Sipî de bike. Wezaret dibêje wê li dijî keştiyên noqavê, balafir û mayînan ceribandinan bikin. Tatbîqat di bin fermandariya amiral Vladimir Korolyev dê dê bêkirin.

Rûsya û welatên rojava di mijara operasyona ser Îdlîbê de û operasyona ku dê Esed bike rika hev dikin. Rûsya hêza xwe li bajarên Lazkiye û Tartûsê kom kiriye.

Temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî yê taybet yê bo Sûriyê Staffan De Mistura got bo herêm zê,de nekele pêdiviya Rûsya, Îran û Tirkiyê bi wext heye. Li gor hesabê De Mistura li bajarê Îdlîbê li dora 10 hezar çekdarên El Nusra û El Qaîdê hene.

De Mistura ragihand ku bi tevlîbûna wan divê korîdora mirovê vebe û sîvîl ji bajêr veqetin.

Parve bike: