TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: “Tu operasyoneke nû li Îdlibê dê neyê kirin”

📅 18 îlon 2018 03:30

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand, ku hêzên Hikûmeta Sûriyê û hevpeymanên wê, tu operasyoneke nû li Idlibê nakin.

Ajansa Interfax a Rûsî ji ser zimanê Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu veguhestiye, ku hêzên Hikûmeta Sûryê û hevpeymanên wê, tu operasyoneke nû li Idlibê nakin.

Daxuyaniyên Sergey Şoygu yekser piştî ragihandina rêketinê di navbera serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û yê Rûsya Vladimir Putin de hatin.

Îro Serokê Rûsya û Serokkomarê Tirkiyê li Soçiyê civînek derbarê rewşa Idlibê lidar xistin û têde li ser pêkanîna navçeyeke bêçekdar  lihev kirin.

Li ser wê yekê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku welatê wî li gel Rûsya lihev kiriye, ku di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û opozisyonê de li Idlibê, navçeyeke bêçekdar pêk bînin.

Erdogan diyar kir, ku hêzên Tirkiye û Rûsyayê bi hev re dê dewriyên serbazî li devera bêçekdar birêve bibin.

Parve bike: