TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya û Îran li dijî cezakirina Tirkiyê derketin

Admin H
Nivîskar
📅 15 berfanbar 2020 22:43

PeyamaKurd -  Piştî eşkerekirina cezayên ji ber kirîna S-400ên rûsî bi ser Tirkiyê de, Rûsya û Îran li dijî cezakirina Tirkiyê ya di warên berevanî û fînansekirina wê de derketin.

Wezîrê Derve yê Îranê û Wezîrê Derve yê Rûsyayê sepandina dorpên ser ser Tirkiyê wek binpêkirina hiqûqa navnetewî binav kirin.

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov got: "Dorpêçên Amerîka li ser Tirkiyeyê delîleke din ya binpêkirina hiqûqa navnetewî ye. Amerîka dehan sal in bi yekalî wiha tevdigere. Hevkariyên teknîkî û serbazî jî di nav de, bawer nakim ev helwest tu fêde bide Amerîkayê."

Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf jî cezayên ser Tirkiyê şermezar kir û got, ew ligel xelk û hikûmeta Tirkiyê ne  û diyar kir, “Careke din hezkirina Amerîkayê ji ferzkirina ceza û kêmdîtina yasaya navdewletî re zelal bûye”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihandibû ku, "Enqere guh nedaye hişyariyên wan û ew tu carê rêkeftinên bi Bergirî û Hewalgiriya Rûsyayê re qebûl nakin."

Pompeo herwiha bang li Tirkiyeyê kiribû, astenga S-400an li pêş pêwendiya aliyan rake.

Parve bike: