TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya û Tirkiyê li nav depoyên genim hevdîtin pêk anîn

Admin H
Nivîskar
📅 29 mijdar 2019 21:03

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Rûsî bi artêşa Tirkiyê re li gundê Şergirakê yê Eyn Îsyanê li nav depoyên zad hevdîtinek pêk aniye ku li wê herêmê li gorî çavkaniyên herêmê êrîşên artêş û çekdarên girêdayî Tirkiyê berdewam in.

Depoyên gundê Şergirakê dikevin rojhilatê navçeya Eyn Îsayê ku li gorî ragihandina çavkaniyên leşkerî yên herêmê, civîn bi hinceta şopandina rewşa depoyan hatiye lidarxistin.

HSDê li ser êrîşên berdewam ên çekdarên girêdayî Tirkiyê li Eyn Îsa û Til Temirê gumanên xwe li ser bêdengiya Rûsyayê anîbû ziman û ji Rûsyayê hatibû xwestin ku xwedî helwesteke zelal be.

 

Parve bike: