TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya û Ûkrayna 218 esîran bihev guhertin

Admin M
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2022 04:38

PeyamaKurd – Di navbera Rûsya û Ûkrayna de 218 esîr bihev hatin guhertin û Rûsya 108 jinên Ûkraynî serbest berda. Terefê Rûsya 108 jinên Ûkraynî serbest berda û Ûkrayna jî 110 esîrên Rûsyayê serbest berda. Serokê ofîsa serokkomariyê ya Rûsyayê Andrey Yermak di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku terefê wan 108 jinên Ûkraynî serbest berdaye. Yermak weha got:

“Îro guhertina esîran yeka mezin çêbû. Bi taybetî berdana 108 jinan ji bo me taybet bû ku me wan ji dîlîtiyê rizgar kir. Guhertina me bi temamî ji jinan pêkdihat. 12 ji wan jinan sîvîl û yên din leşker bûn.”

Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê jî ragihand ku terefê Rûsyayê 110 dîlên xwe teslîm girtiye û weha got:

“Di encama dan û sitendinan de ji 22 yê sibatê heya niha li Kîevê ji dîlên me yên ku di destê Ûkrayna de bûn, 72 ji wan leşkerên deryavaniyê bûn û bi temamî 110 kesan îadeyê me kirin.”

Hat ragihandin ku di guherîna dîlan de komisera mafê mirovan ya Rûsyayê Tatyana Moskalkova serpereştiyê kiriye.

Parve bike: