TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya û Ûkrayna her yek sed dîlan bi hev guhertin

Admin M
Nivîskar
📅 09 sibat 2024 04:01

PeyamaKurd – Rûsya û Ûkrayna di çarçova guhertina esîran de her aliyekî sed dîlan serbest berda. Serokê Ûkraynayê Zelenski ragihand ku di encama guherîna dîlan de sed leşkeran teslîm girtine.

Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê jî ragihand ku guhertina dîlan bi hev, di rêya Îmaratan de çêbûye. Li ser mijarê Zelenski got:

“Sed leşkerên Ûkraynayê gihan malên xwe. Tev dageriyan ser axa xwe. Em ji bo her yek ji wan dixebitin û heya herkes dagere mala xwe, em ê ranewestin.”

Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê jî di mijarê de got ku guhertina dîlan di rêya Îmaratan de bûye û weha got:

“Di 8 ê Sibata 2024an de sed leşkerên Rûs ku esîr bûn, ji axa di bin kontrola Kîevê de me paşde anî. Li hemberê wan me sed leşkerên Ûkraynayê da Kîevê. Dermankirina leşkeran û rehabilitasyona wan ji bo dewam bike, wê wan bi rêya balafira Rûsyayê bibin Rûsyayê. Navbeynkariya me ji aliyê Îmaratan de hat kirin.”

Parve bike: