TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsyayê avahiyên du zanîngehên mezin bombe kir

Admin H
Nivîskar
📅 15 tîrmeh 2022 22:10

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 15ê Tîrmehê artêşa Rûsyayê, li bajarê Mikolayiv ê Ukraynayê avahiyên du zanîngehan bi moşekan bombe kir.

Li gorî daxuyaniya Parêzgarê bajarê Kenê Vitaliy Kîm, li bajarê Mikolayivê avahiyên du zanîngehan ji aliyê hêzên rûsî ve hatine armanc kirin û ziyaneke mezin a madî di avahiyan de çêbûye.

Vali Kim li ser medya civakî ragihandiye, artêşa Rûsyayê bi 10 moşekan avahiyên zanîngehan kiriye armanc û gotiye, "Îro terorîstên rûsî, li Mikolayivê êrîşî avahiyên zanîngehên herî mezin kirin. Niha jî êrîşê sistema me ya perwerdê dikin.”

Vitaliy Kim derbarê ziyanên canî de ti hurgilî nedan.

Parve bike: