Rûsyayê bi êrîseke komî ya mosekî balafirgehên Ukrayraynê bomberan kir
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, ragihand ku hêzên wan êrîşeke mezin a moşekî bi ser balefirgehên Ukraynayê de kirin.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê îro 29ê Gulanê ragihand, “Hêzên Rûsyayê êrîşeke bi kom bi çekên dûravêj bi ser saziyên dijmin û balafirgehên wan de pêk anî.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Êrîşa moşekî li binkeya fermandarî û navenda radaran û alavên balafirvanîyê û depoyên teqemeniyê yên hêzên Ukraynayê ketine.”
Wezaretê diyar kiriye ku navenda çavdêrî û depokirina teqemeniyan li Lîwaya 110 a Mekanîkî ya hêzên çekdar ên Ukraynayê li herêma Avdiyivka hatiye armanckirin.
Şerê Ukrayna û Rûsyayê ji 24ê Sibata 2022yan ve. bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dest pê kiribû û tevî hemû alîkariyên welatên Rojava û NATOyê jî êrîşên Rûsyayê berdewam dikin.