TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsyayê bi moşekên balîstîk êrîş kir: Elektrîka Kîevê qut bû

Admin H
Nivîskar
📅 07 mijdar 2026 10:15

PeyamaKurd - Artêşa Rûsyayê bi mûşekên balîstîk êrîşî paytexta Ukraynayê Kîevê kir û di encamê de zirarên mezin gihan jêrxaneya bajêr û 5 kes birîndar bûn.

Serokê Şaredariya Kîevê Vitali Klitschko diyar kir ku di êrîşa şevê de tesîsên enerjiyê yên li Kiyev û Jîtomîrê zirar dîtine û elektrik, av û pergala germkirinê ya li paytextê bi astengiyên giran re rûbirû maye.

Her wiha hat ragihandin ku Pira Bakur jî zirar dîtie û sefera wesayîtan li ser pirê di her du aliyan de hat girtin.

Ev êrîş di demekê de pêk hat ku tenê 3 roj beriya destpêkirina civînên çareseriyê yên li Ebû Dabî yên bi pêşengiya DYAyê di navbera danûstandkarên Rûs û Ukraynî de rû da.

Klitschko anî ziman ku tîmên lezgîn û karkerên jêrxaneyê ji bo vegerandina xizmetguzariyan mijûlî kar in, lê rewşa peydakirina enerjiyê li bajêr di asteke gelekî dijwar de ye.

Parve bike: