Rûsyayê li ser daxuyaniya wê ya bicihkirina çekên nukleerî Fînlandiya hişyar kir
PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov ragihand ku daxuyaniyên Fînlandiyayê yên derbarê bicihkirina çekên nukleerî de rageşiyê li Ewropayê zêde dikin.
Peskov bersivê da daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Fînlandiyayê Antti Hakkanenê ku gotibû ew plan dikin ku qedexeya çekên nukleerî ya ji sala 1980an vir ve sivik bikin û destûrê bidin îtxalkirina van çekan. Peskov got:
Fînlandiya gefê li me dixwe ku çekên nukleerî li ser axa xwe bi cih bike. Ger vê bike, em ê tedbîrên guncaw bigirin."
Enerjî û Îran
Peskov diyar kir ku Rûsya daneyên derbarê firotina petrolê bo Çîn û Hindistanê eşkere nake, lê tekez kir ku hevkariya enerjiyê bi her du welatan re berdewam dike. Wî got ku ji ber şerê li Îranê daxwaza çavkaniyên enerjiyê yên Rûsyayê zêde bûye û Rûsya xwe wekî "dabînkera pêbawer ê petrol, gaz û gaza şile" bi nav kir.
Di derbarê têkiliyên Rûsya-Îranê de, Peskov tenê got:
Em bi Îranê re di diyalogê de ne û em ê vê bidomînin."
Wî pirsên derbarê hevkariya leşkerî de bêbersiv hiştin.