Cîhan
Rûsyayê hisyarî da Tirkiyê: Em hêvîsikestî bûn!
PeyamaKurd – Nûnerê Serokê Rûsyayê yê Taybet Aleksandr Lavrentyev, piştî civînên sêqolî yên Kazaxistanê yên derbarê Sûriyê de ku Rûsya, Îran û Tirkiye garantor in, daxuyanî dan.
Lavrentyev bal kişand ser rewşa Idlibê ku bi Rêkeftina Soçiyê re li ser paqijkirina wê parêzgehê ji rêxistinên tundrew, bi Tirkiyê re li hev kiribûn û diyar kir, kontrol ji destê Tirkiyê û alîgirên wê derketiye.
Lavrentyev wiha axivî: “Dostên me yên tirk û muxalîfên nermrê xebatên bo tunekirina terorîstên li Idlibê pêk neaîn. Milîtanên rêxistina Heyet Tehrîr Şam piraniya herêmê kontrol dikin û ev jî bi me re gelek pirsan çêdike û dibe sedema hêvîşikestinê.”