TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsyayê li Xarkovê xist!

Admin L
Nivîskar
📅 18 gulan 2024 16:04

PeyamaKurd – Di êrîşa hêzên Rûsyayê ya bi bombeyên rênîşanderî de li bajarê Xarkiv ê Ûkraynayê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 28 kes jî birîndar bûn.

Rûsyayê Ukrayna ku ji sala 2022an vir ve di nav şer de ye, xist. Şaredarê Xarkovê Îhor Terekhov diyar kir ku di êrîşa bi bombeyên rênîşanderî ya li bajarê Kharkiv ê li rojhilatê Ûkraynayê de 3 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn.

Hêzên Rûsî ku ev demeke dirêj e êrîşî duyemîn bajarê herî mezin ê Ukraynayê, Xarkovê dikin, binesaziyên sivîl û enerjiyê jî kirin hedef, di heman demê de Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenski Moskow tawanbar kir ku hewl dide bajêr bike kavil.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di roja dawî ya serdana xwe ya Çînê de bersiv da pirsên çapemeniya Rûsyayê û diyar kir ku ew ê li herêma Xarkov a Ûkraynayê herêma tampon ava bikin û got, "Ti plana me ya sitendina Xarkovê tune."

Parve bike: