TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsyayê pêşniyara Zelenskî ya agirbesta 60 rojan red kir

Admin H
Nivîskar
📅 12 cotmeh 2026 15:55

PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov bertek nîşanî pêşniyara Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskî ya agirbesta 60 rojan da ku ji bo lidarxistina hilbijartinan hatibû pêşniyarkirin û ev daxwaz red kir.

Peskov li Moskowê ji rojnamevanan re diyar kir ku helwesta Rûsyayê zelal e û wiha got: "

Li Rûsyayê hem ji aliyê Pûtîn ve hem jî di astên din de gelek caran hatiye gotin. Em ne agirbestê, aştiyeke demdirêj dixwazin û ji bo vê jî em amade ne her tiştê ku ji destê me tê bikin."

Peskov derbarê îdiaya Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû di navbera Rûsya û Ukraynayê de ji bo rawestandina êrîşên li ser binesaziyên enerjiyê agirbest çêbûye got ku têkilî û peywendî berdewam dikin, dema geşedaneke berçav hebe ew ê raya giştî agahdar bikin.

Parve bike: