Cîhan
Rûsyayê sîstema herî pêsketî ya berevaniya asmanî ceriband
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Rûsyayê bi belavkirina dîmenan re ragihand ku wan yekem ceribandina sîstema berevaniya asmanî ya S-500an pêk aniye.
Hat ragihandin ku sîstema moşekî ya S-500an ku bi qasî hezar kîlometran dikare li armancên xwe bide û ji deng bileztir e li bajarê Znamensk a herêma Astrahan Oblasti bi awayekî serkeftî hatiye ceribandin.
Wezareta Berevaniya Rûsî diyar kiriye ku moşeka ji S-500ê hatiye avêtin, bi serkeftî li hedefa xwe xistiye.
Piştî vê ceribandina moşeka balîstîkî ya bi S-500ê hatiye ceribandin ji Amerîkayê jî bertek hat nîşandan ku Rûsya hewl dide bi wan moşekan serikên atomî bicih bike ku ev yek jî cihê metirsiyê ye.