TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsyayê welatiyekî Amerîkî bi hinceta sîxuriyê destgîr kir

Admin S
Nivîskar
📅 31 berfanbar 2018 17:48

PeyamaKurd - Saziya Ewlekariya Federalî ya Rûsyayê ragihand ku di encama operasyoneke 28ê Kanûna 2018an de, welatiyê Amerîkî Paul Whelan, li dema çalakiyeke xwe ya sîxuriyê hatiye destgîrkirin.

Di daxuyaniya servîsa federalî de hat gotin ku derbarê Whelan de giliyê sîxuriyê hatiye kirin û lêpirsîna wî berdewam dike.

Li ser vê bûyera girtin a hemwelatiyê Amerîkî tê diyarkirin ku dê krîzeke nû di navbera Rûsya û Amerîkayê de rû bide.

Parve bike: