TR KU SO
FB X
Cîhan

Rutte: “Zîrwa bê ya NATOyê dê li Arnavutlukê çêbibe”

Admin M
Nivîskar
📅 08 tîrmeh 2026 22:01

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte piştî zîrwa NATOyê ya li Ankara ragihand ku Zîrwa bê ya NATOyê dê li Arnavutlukê çêbibe. Rutte ragihand ku roja zîrwa bê heya niha nehatiye destnîşankirin û biryara ciyê civîna NATOyê ya bê, berê ji aliyê terefdarên hevkariyê de hatiye destnîşankirin.

Encamnama civîna NATOyê ya Ankara hat belavkirin û di encamê de sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte bersiva pirsên rojnamevanan da.

-Li ser mijara S-400an ku Tirkiye ji Rûsyayê kirîbû Rutte got ku ew meseleyekî di navbera Tirkiye û DYA de ye û li serê diaxifin û nexwest şiroveyan bike.

-Di şerê Rûsya û Ûkrayna de Rutte got ku rewşa Rûsyayê nexweşe, her meh 30 hezar welatiyên wî can didin, di şer de avahiyên bingehîn û enerjî zerarê dibîne û hatiye astekî rawestanê. Wê desteka NATO ji bo Ûkraynayê dewam bike û Trump ji bo dawiyê li şer bîne dixebite.

-Hevkariya di navbera NATO-YE û DYA de dewam dike. Hinek welatên Ewrûpayê ji bo Amerîka baregehên wan bikarbîne peymanên wan hene. Di hinek sehayên din de peymanên duqolî hene yanî Amerîka li Ewrûpayê veberhênanê dike. Ji bo xwe ji tehdîdên Îranê û Rûsyayê biparêzin.

-Divê Îran nebe xwediye şiyanên nuklerî. Divê şiyanên Îranê yên fuzeyên balistik nebin. Ev hedefên NATO ne.

-Divê Tengava Hurmizê vebe.

Parve bike: