TR KU SO
FB X
Cîhan

Sahzade Charlesê Sêyem di 73 saliya xwe de bû Sahê Brîtanyayê

Admin L
Nivîskar
📅 09 îlon 2022 13:29

PeyamaKurd – Şahzade Charlesê Sêyem, piştî mirina Şahjin Elizabeth II, di 73 saliya xwe de bû Şahê Brîtanyayê.

Li gor Koşka Buckinghamê bi daxuyaniyekê diyar kir, Charles kurê 73 salî yê Şahjin Elizabeth bi navê Charles III bûye Şahê Brîtanyayê.

Şah Charles di daxuyaniya xwe de got: “Mirina diya min a delal, cenabê Şahjin bû sedema xemgîniyek mezin ji bo min û ji bo hemû endamên malbatê” û got, ew hem şîna Şahjinekê û hem jî dayikeke pir hezkirî digirin.

Herwiha Şah Charlesê Sêyem eşkere kir, rêzgirtin û hezkirina ji bo Şahjin Elizabeth wê bibe sedema arambûna dilê wan di dema şîn û guhertina text de.

Parve bike: