TR KU SO
FB X
Cîhan

Sala wefata Sırrı Süreyya Önder qediya û li ser gora wî ew bi bîr anîn

Admin M
Nivîskar
📅 03 gulan 2026 20:10

PeyamaKurd – Wekîlê serokê meclisa Tirkiyê (TBMM) yê berê Sırrı Süreyya Önder, di ser wefata wî de salekî derbas bû û malbat û hevalên wî li goristana Zincirlikuyu li ser gora wî bi bîr anîn.

Dimerasimê de malbata Önder, kesên siyasî û hezkiroxên wî hebûn. Li ser gora wî axaftvan behsa têkoşîna wî ya siyasî û şopa ku li ser civakê hişt tkirin.

Di merasimê de parlementera DEM Partiyê ya Wanê Pervin Buldan axifî û got dê tekez aştiyê bînin û diyarî Önder bikin.

Di merasima Önder de, diya Önder, Zeliha Önder, keça wî Ceren Önder Kandemir, birayê wî Ali Önder, wekîla serokê TBMM Pervin Buldan, hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan, hinek parlementer û hezkiroxên Sırrı Süreyya Önder amade bûn.

Di merasimê de hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan axaftinekî dirêj kir. Keça wî Ceren Önder Kandemir di axaftina xwe de xîtabe bavê xwe kir

Birayê Önder Ali Önder jî sipasiya tevlînerên merasimê kir ku malbatê bi tenê nehiştine û çûne merasimê.

Sırrı Süreyya Önder di heyeta Îmraliyê de bû. Di meclisa Tirkiyê de di axaftinên xwe de, ew qaîde û ûsûlên nijadperest çiqas hebûn, temaman bi axaftinên xwe şikand.

Lê di roja dawî ku wî bibin nexweşxanê, li baregeha Vatan Partisi hevdîtina wî hebû. Kî pê re çûbû seredana Vatan Partiyê nehat zanîn lê piştî hevdîtinê tenê diçe şorbeyekî vedixwe û paşî bi xwe ve nehat û li nexweşxanê wefat kir.

Önder, di axaftinê xwe de digot ku ew ji malbatekî Turkmen ya Semsûrê ye lê heya pirsgirêka Kurd hebe ew Kurd e.

Parve bike: