TR KU SO
FB X
Cîhan

Sam: Îsraîl êrîsa hewayî anî ser Sûriyê

Admin M
Nivîskar
📅 26 tebax 2022 03:32

PeyamaKurd – Li gor ragihandina kanala televîzyonê ya El-Axbariye; Îsraîlê êrîşên hewayî biriye ser devera Misyafê ku bi ser bajarê Hama ve ye. Di xeberê de hat gotin ku dengê teqînan hatiye û weha dewam dike:

“Sîstema parastina hewayî yên me bersiva êrîşên dijmin didin.”

Li devera Misyaf hem artêşa Sûriyê heye û hem baregehên grûbên bi desteka Îranê û yên Hîzbûllahê hene.

Îsraîl li ser êrîşên xwe heya niha ti agahî nedaye lê îsraîl her wext dibêje eger hêzên Îranî an grûbên bi desteka wan xwe nêzî sînorê Îsraîlê bikin, wê li wan bixin.

Parve bike: