Cîhan
Şamê girtina serkirdeyê DAIŞê û têkdana şaneyên wê ragihand
PeyamaKurd - Hikûmeta Sûriyê ragihand ku hêzên wan serkirdeyekî rêxistina terorîst DAIŞê girtiye û hin şaneye hatine tunekirin.
Wezareta Navxwe ya Sûriyê îro 9ê Tîrmehê eşkere kir, hêzên Sûriyê hin şaneyên DAIŞê ji nav birine û serkirdeyekî DAIŞê û hejmarek endamên wê yên din girtine.
Hate diyarkirin ku wan şaneyan karên terorî, talan û fînasmana DAIŞê dikirin.
Hêjayî gotinê ye, ev daxuyaniya girtina DAIŞîyan piştî 3 rojan ji herdu teqînên Şamê yên dema serdana Serokê Fransayê Emmanuel Macron hate dayîn ku li gorî amarên fermî kesek hatibû kuştin û 36 kes jî birîndar bûbûn.