TR KU SO
FB X
Cîhan

SANA: Di navbera artêsên Sûriye û Tirkiyê de ser û pevçûn

Admin H
Nivîskar
📅 27 cotmeh 2019 19:12

PeyamaKurd – Ajansa Fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku li gundewarê herêma Serêkaniyê di navbera artêşa Sûriyê û Tirkiyê de şer rû daye.

Televizyona dewletê ya Sûrî Îhbariye jî bi nûçeya rûdana şer a SANAyê weşana xwe ya asayî rawestandin û agahiyên berfireh derbarê wî şerî de dan.

Derbarê ziyanên wî şerî de agahiyên zelal bi dest neketine, lê rûbirûbûna hêzên rejîmê û Tirkiyê ji aliyê hin çavkaniyên din ve tê piştrastkirin.

SANAyê doh ragihandibû ku hêzên artêşa Sûriyê li herêma Til Temir a Serêkaniyê dest bi liv û tevgera bicihbûnê kirine.

Sûriye operasyon êrîşên Tirkiyê wekî dagirkeriya xaka xwe dibîne û dibêje, ew dê şerê wan bikin.

HSD û rejîma Sûriyê jî piştî vekişîna leşkerên Amerîkî û destpêkirina êrîşên Tirkiyê ji bo parastina sînoran ji aliyê hêzên artêşa Sûriyê ve li hev kiribûn.

Parve bike: