Şanda Îmraliyê: Divê yasaya çarçoveyî bilez bê derxistin
PeyamaKurd - Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), piştî hevdîtinên bi nûnerên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî re, daxuyaniyek belav kir.
Şandeyê ragihand ku wan di 15ê Tîrmehê de bi şandeya AK Partiyê re û di 16ê Tîrmehê de jî bi Devlet Bahçelî re li ser qonaxa dawî ya proseya aştiyê hevdîtin pêk anîne.
Di van hevdîtinan de, li ser avakirina çarçoveyeke qanûnî ya ku bikaribe bersivê bide pêdiviyên pêvajoyê nîqaşên berfireh hatin kirin û hat diyarkirin ku ji bo serkeftina vê hewldanê, derxistina qanûneke çarçoveyî ya nû rojeva wan a sereke ye.
Şanda Îmraliyê de destnîşan kir ku guftûgoyên di navbera aliyan de dê bi awayekî rêkûpêk berdewam bikin daku rê li ber her cûre alozî û astengiyan bê girtin. Şandeyê wekî gava din a herî nêzîk û girîng, bal kişand ser amadekariyên serdana girava Îmraliyê û xwest, bi Abdullah Ocalan re hevdîtinekê pêk bînin û encamên van hevdîtinên li Enqereyê pê re binirxînin.