Cîhan
Şanda Qeterê ji bo navbeynkariyê gihîşt Tehranê
PeyamaKurd - Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku di çarçoveya hewldanên navbeynkariyê yên ji bo kêmkirina aloziya di navbera Amerîka û Îranê de, şandeke bilind a Qeterê gihîştiye Tehranê.
Serdana şanda Qeterê wekî pêngaveke nû ya herêmî ji bo kêmkirina aloziyan tê nirxandin.
Li aliyê din çavkaniyeke agahdar a ku nexwest navê wê bê eşkere kirin ji ajansa nûçeyan a Brîtanyayê Reutersê re ragihand ku şanda Qeterê bi armanca kêmkirina aloziyan û amadekirina bingeheke guncav ji bo danûstandinên berfirehtir, ligel berpirsên bilind ên Îranê dicive.
Çavkaniyê tekez kir ku ev hevdîtinên nihênî di bin kordînasyon û agahdariya hikûmeta Amerîkayê de bi rê ve diçin.