TR KU SO
FB X
Cîhan

Sanda Rûsî li gel Esed civiya

📅 20 cotmeh 2018 04:10

PeyamaKurd - Serokê Sûriyê radighîne, hin welatên herêmî û rojavayî pêşveçûna çareya siyasî li welatê wî asteng dikin.

Şandeke Rûsyayê ku ji Nûnerê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Aleksender Lavrentiêv û Cîgirê Wezîrê Derve yê wî welatî Sêrgey Verşînîn pêkhatibû seredana Sûriyê kir û li gel Serokê wî welatî Beşar Esed civiya.

Di civînê de aliyan li ser pêvajoya avakirina Komîteya Destûrî guftûgo kirin. Esed ragihand, ku hin welatên herêmî û rojavayî bi berdewamî destwerdanê di çareseriya siyasî ya li Sûriyê de dikin, û ew yek dibe sedem, ku tu pêşveçûn di wî warî de çênabin.

Ji aliyê xwe ve Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê encamên gera xwe ji bo hejmarek welatan bo Esed diyar kir, û tekez kir, Rûsya di tevgera xwe ya dîplomasî de dixwaze terorê jinav bibe, aramiyê vegerîne Sûriyê û yekîtî û serweriya wî welatî biparêze.

Parve bike: