TR KU SO
FB X
Cîhan

Sanda Tirkiyê rêwiyê Amerîkayê ye

📅 07 tebax 2018 23:59

PeyamaKurd - Bi armanca asayîkirina pêwendiyên herdu welatan şandeke Tirkiyê ku ji 9 kesên ji wezareta karên derve, wezareta darayî û wezareta dadê pêk tên  dê serdana Amerîkayê bikin.

Hat ragihadin ku şandeke Tirkiyê bi serokatiya alîkarê wezîrê derve yê Tirkiyê Sadat Onal û ji 9 kesên ji wezareta karên derve, wezareta darayî û wezareta dadê pêk tên  bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên herdu welatan dê serdana Washingtonê bikin.

Piştî girtina Keşeyê Amerîkî Andrew Craig Brunson 9ê Berfanbara 2016an bi tohmeta sîxûrtî û endamtiya FETO û PKKê pêwendiyên di navbera Amerîka û Tirkiyê aloz bûbûn.

 

Parve bike: