TR KU SO
FB X
Cîhan

Sandeke ENKSê bi Wezareta Derve ya Fransayê re dicive

Admin H
Nivîskar
📅 11 adar 2019 19:43

PeyamaKurd - Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê (ENKS) îro ligel Wezareta Derve ya Fransayê dicive.

 Serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco , wan daxwaza hevdîtinê ji berpirsên Wezareta Derve ya Fransayê kirine û biryar e îro piştî nîvro civîn pêk were.

Kamîran Haco da zanîn, ewê bi Wezareta Derve ya Fransayê re dawî pêşhatên li Sûriyê guftûgo bikin, bi taybet mijara destûrê û parastina mafên Kurdan tê de, mijara vekişandina hêzên Amerîkî û rewşa rojhilatê Firatê û dernegxistina civîna Cenêvê.

roja şemîyê ji ragihandibû  ewê li ser mijara rojhilatê Firatê û pêkanîna herêma ewle û hebûna roleke siyasî û leşkerî ya ENKSê di wê herêmê de dê nerîn û helwestên xwe bi Wezareta Derve ya Fransayê re rabigihînin.

Parve bike: