TR KU SO
FB X
Cîhan

Sandên Ûkrayna û Rûsya îsev ji bo gera duyem a muzakereyan dicivin

Admin H
Nivîskar
📅 02 adar 2022 23:30

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandên muzakereyan ên Ûkrayna û Rûsyayê ji bo gera duyem a danûstandinên agirbestê ber bi cihê hevdîtinê bi rê ketine.

Di gera yekem a civîna du roj berê li sînorê Belarûsê hatibû kirin de, ti encameke derneketibû û Rûsyayê êrîşên xwe yên ser Ûkraynayê tundtir kiribûn.

Niha jî li demeke ku hin bajarên Ûkraynayê ketine bin kontrola artêşa Rûsyayê û ber bi paytext Kîevê ve hêzeke mezin bi rê ketiye de, şandên her du aliyan dicivin.

Rûsya ji bo agirbestê; naskirina fermî ya herêmên Donets, Luhangs û Qirimê û xwe bêçekirina artêşa Ûkraynayê dixwaze.

Alîyê Ûkraynî jî ji bo lihevkirinekê dixwaze Rûsya pêşî dawî li şer bîne û ji nav erda wan derkeve.

Zêdetirî 2 hezar sivîl hatine kuştin, hejmara koçberan 874 hezaran derbas kir

Zelensky bang li Ewropayê kir...

Parve bike: