Cîhan
Saredarê revandî yê Meksîkayî mirî hat dîtin
PeyamaKurd- Di çapemeniya Meksîkayê de hatibû ragihandin ku serokê şaredariya Nahuatzen a eyaleta Michoacanê David Eduardo Otlica Aviles hatiye revandin û paşî cesedê wî hatiye dîtin. Serdozgeriya Michoacanê ragihand ku serê sibê, kesên ku nasnameya wan diyar nînin, şaredar revandine û piştî çend sietan senazê wî hatiye dîtin.
Lêpirsîna serdozgeriyê di mijarê de dewam dike. Ji sala 2006an heya niha li seranserê Meksîkayê, di ser 60 şaredaran de hatine revandin. Revandin ji aliyê çeteyên sûcan de tên kirin. Ne tenha şaredar lê siyasetmedar jî gelek tên revandin û kuştin.