TR KU SO
FB X
Cîhan

Saredariya Stenbolê sifêr û wesayît daye rayedarekî îraqî

📅 20 nîsan 2019 16:51

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) şifêr û wesaît daye cîgirê Serokomarê berê yê Îraqê Tariq el Haşimî.

Li gorî nûçeyên medya Tirkiyê, Cîgirê Serokomarê Îraqê, Tariq Haşimî yê ku di sala 2012an de ji Îraqê reviyabû û xwe radestî Tirkiyê kiribû û li Stenbolê dima. Hat zanîn ku şaredariya navçeya Stenbolê ya Başakşehirê wesayît û şifêr daye Haşimî.

Endamê Meclisa Şaredariya bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) yê Partiya Komariya Gel (CHP) Nadir Ataman ragihand ku, IBBê 5 salan wesayît û şifêr daye Tariq Haşimî. Ataman, "wesayîta Haşimî ji aliyê şaredatiya navçeya Stenbolê ya Başakşehirê hatiye tahsîskirin."

Demek berê hatibû ragihandin ku ji bo wezîrê berê yê AKPyî Egemen Bagiş jî wesayîta meqam û şifêr hatibû tahsîskirin ku ji aliyê xelkê ve rastî bertekan hatibû.

Parve bike: