TR KU SO
FB X
Cîhan

Sassolî: Bela mizakereyên Tirkiyê û YE rawestin

Brindar Z
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2019 03:08

Bi êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê re Tirkîye û bi taybet jî Erdogan li seranserê cîhanê dost ji xwe re nehiştin. Siyaset û polîtîka ku Erdogan dimeşand berê jî gelek dijber ji xwe re çêkiribûn. Êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê bû dilopa dawîn û Erdogan xwe di awira gelemperî de bi tenê hişt.

Serokê Parlamentoya Ewrûpayê Davîd Sassolî jî ket nav karwanê dijberên Erdogan. Sassolî, daxwaz kir ku mizakereyên endametîya Tirkîyê û Yekîtîya Ewrûpayê rawestin. Sassolî, di zîrweya serokên Yekîtîya Ewrûpayê de daxwaz kir ku zixt û ambargoyên girantir li ser Tirkîyê bên danîn û mizakereyên ji bo endametîya Yekîtîya Ewrûpayê rawestin.

Parve bike: