TR KU SO
FB X
Cîhan

Save the Children: Li Sûriyê her roj 37 kes dimrin

Admin M
Nivîskar
📅 18 adar 2018 01:17

Rêxistina navdewletî ya sîvîl “Save The Children” di 7emîn salvegera şerê Sûriyê de ragihand ku li Sûriyê her roj li dora 37 kes dimrin.

Rêxistin her weha got ku li Sûriyê rêjeya mirinê ji %50 zêde bûye û bang kir ku ti kes bila li hemberê qewimandinên herêmê bêdeng nemîne, dawî li şiddetê bîne û hesabê binpêkirina mafê mirovan bide.

“Save the Children” her weha ragihand ku ji her du rojan carekî nexweşxane tên bombekirin. Her serê sietê 250 zarok mecbûr dimînin û koç dikin. Rêxistin, li gor agahiyên ji herêma Xûta Rojhilat de, ji wezîfedarên mirovî, zarok, malbat, mamoste û gêncan bidest xistiye, dibêje her diçe rewşa herêmê xerabtir dibe.

Rêvebirê pêwendiyên derve yê “Save The Children” ê Tirkiyê Oben Çoban weha radigihîne:

“Di 5 salên dawiyê de, krîza Sûriyê di demeka wisa de ye, ku mirov herî zêde mecbûr man û malên xwe terk kirin. Di nava 3 mehan de, di ser 3 mîlyonê de kes bê mal man. Mirina sîvîlan ji %45 zêdetir bû. Di her du mehên sala 2018an de 60 dibistan hatin xerabkirin an xesarê dîtin. Ji her du rojan carekî baregehên tenduristiyê tên lêdan. Zarokên ku têr xwarinê naxun, di asta herî bilind de ne. Welat di halekî wisa de ye ku doktor bandaj û enjertoran çend caran bikartînin.

Parve bike: