Sedama devjikar berdana Zarif eskere bû
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf dev ji kar berda û Amerîka helwesta xwe ragihand.
Mihemed Cewad Zerîf şeva bûrî di peyamekê de ku li tora civakî “Instagram” belav kir, destvekişandina ji kare Wezîrê Derve yê Îranê ragihand.
Ev peyama Zerîf bi boneya “Roja Dayikê” li Îranê belav kir, tê de ji bilî pîrozbahiya wê rojê li xelkê Îranê, daxwaza lêborînê dike û nivîsî: “Nikarim bi erk û karê xwe berdewam bim, ji ber tevahiya kêmaniyên di karê min bûne lêborînê dixwazim.”
Ajansa “Reuters” ji ser jêderekî ne fermî aşkere kir, sedema destvekişandina Wezîrê Derve yê Îranê ew bû, doh çûna Serokê Sûriyê Beşar Esed ê ku serdana Îranê kir û bi tu awayî agahdariya Zerîf jê wê serdanê nebû.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bêdeng nebû û li Twittera xwe nivîsî, “Ew (Zerîf) û Hesen Rohanî pêşewê mafyake olî ne. Em dizanin hemû biryar di destê Hamaney de ne.”
Herwiha got: “Siyaseta me li hember Îranê nayê guhartin. Divê rêjîm wek welatekî asayî rêzê li welatê xwe bigire.”