TR KU SO
FB X
Cîhan

Sedir agirbesta Xezzeyê pîroz dike

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 24 mijdar 2023 19:13

PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di derheqa agirbesta mirovî ya Xezzeyê de li tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Agirbesta Xezzeyê serkeftineke din e ku bi destê Bergiriya Filistînî tê nivîsîn”.

Herwesa nivîsiye, “Bereyê Bergiriya Filistînî karî dijminên Israîlî zelîl bike”.

Sedir ragihandiye ku: “Israîl dê wekî dijminê wan yê herdemî bimîne û qet peywendiyên xwe bi Televîvê re asayî nakin”.

Di 24ê Mijdara 2023an de, agirbesta navbera Hemas û Israîlê hat destpêkirin û dê ji bo dema çar rojan berdewam be.

Çarşema borî Hemas û Israîl li Xezzeyê gehiştin lihevkirinekê û agirbestek ji bo dema çar rojan ragehand, bi wî şertî ku Israîl 150 jin û zarokan ji zindanên xwe azad bike, li bernaberî azadkirina 50 jin û zarokên ku ji aliyê Hemasê ve hatine revandin, herwesa derbazbûna zêdetir arîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê.

Parve bike: