Sedir ferman da Saraya El-Selam ku çalakiyên çekdarî rawestîne
PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Şîa ya Neteweyî û yek ji kesayetiyên olî û siyasî yên herî bihêz ên Iraqê Muqteda El-Sedir gaveke radîkal avêt da ku pêşî li belavbûna şerê herêmî bo nav axa Iraqê bigire.
Sedir ferman da Saraya El-Selam (Lîwayên Aştiyê), komeke dilsozê wî û beşek ji Hêzên Seferberiya Gel (Heşd El-Şaabî), ku hemû çalakiyên leşkerî rawestîne û tenê li ser "mîsyonên mirovî" bisekine.
"Divê em Iraqê ji karesatan dûr bixin"
Di peyamekê de ku îro bi rêya "Vîzerê" Sedir, Saleh Muhammed El-Iraqî, hat parvekirin, sedema biryarê bi zelalî hat diyarkirin.
Di peyamê de hat gotin, "Bi taybetî di vê serdema hesas a zêdebûna êrîşên ji hundir û derve de, ji bo parastina Iraqê ji şerekî mezin û karesatek nêzîk, mîsyona Saraya El-Selam ji bo demek nediyar bi alîkariya mirovî ve sînordar bûye."