Sedr: Heger serê Îran û Amerîka dest pê bike, Iraq namîne
PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr, ragihand heger Iraq bibe navenda şerê Îran û Amerîkayê wê Iraq bi dawî bibe û divê şexsiyetên Iraqê rê li ber vê yekê bigirin.
Muqteda Sedr îro Duşemê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand divê berpirsên gewre yên Iraqê helwestê werbigirin û hemwelatiyên xwe ji şerê Amerîka û Îranê biparêzin.
Sedr got ku heger Iraqî ne yek helwest bin Iraq bi dawî dibe.
Daxuyaniya Sedr piştî êrîşên balafirên Amerîkayê bi ser binkeyên Heşda Şeibî û Hizbullaha Iraqê hat ku li gorî amarên dawî fermandar jî di nav de 45 endamên Heşda Şeibî hatine kuştin û 35 jî birîndar bûne.
Amerîkayê ev êrîş wekî bersiva êrîşa ser baregeha Amerîka ya K1ê ku li Kerkûkê ye pêk anî ku karmendekî Amerîkî di wê êrîşê de can dabû.
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di civîneke rojnamevanî de ragihandin ku wê operasyonên wan li ser Heşdî Şabî berdewam bikin.