TR KU SO
FB X
Cîhan

Sedr peyamek li ser milîsên ku hêzên biyanî dikin armanc belav kir

Admin L
Nivîskar
📅 24 nîsan 2021 13:01

PeyamaKurd – Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr peyamek belav kir di peyamê de, rexneyeke tund li milîsên ku hêzên biyanî dikin armanc, kir. Sedr, wan bi têkbirina asayîşa Iraqê û paşxistina hilbijartinan tohmetbar dike.

Muqteda Sedr li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Hinek alî dixwazin asayîşa welat xera bikin û hilbijartinan paş bixin û bi rêya mûşekbarankirina hêzên biyanî ji aliyê milîsan ve, ji vekişînê poşman bibin.”

Herwiha Serokê Tevgera Sedr destnîşan kiriye: “Mayîna hêzên biyanî, di sûda milîsan de ye, ji bo têkelkirina Iraqê ye di şerê navbera Sûriye û Îsraîlê de.”

Parve bike: