TR KU SO
FB X
Cîhan

Selahattin Demirtas dîsa nehate berdan!

Admin V
Nivîskar
📅 04 cotmeh 2018 20:12

PeyamaKurd- Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demirtaş piştî hilbijartina 24ê Hezîranê cara pêşî derkete dadgehê. Selahattin Demirtaş dîsa nehate texliyekirin.

Darizandina Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demirtaş li Enqerê dewam kir. Dozger xwest ku Demirtaş neyê berdan. Selahattin Demirtaş jî got ku jixwe biryara we bellî ye, ez jî texliyekirinê naxwazim. Li ser vê yekê hakim jî biryar da ku Demirtaş neyê berdan.

Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demirtaş bi “sazkirin û birêvebirina rêxistina terorî û propagandaya rêxistina terorî” tê sûcdarkirin.

Selahattin Demirtaş di 4ê Mijdara 2016an de hate girtin û ji wê rojê ve di girtîgeha Edirnê ya tîpa Fyê de ye.

Parve bike: