Senator Bob Menendez: Ez ê heta dawiyê dijî firotina F-16an bim
PeyamaKurd - Serokê Komîsyona Karûbarê Derve yê Kongreya Amerîka, senator Bob Menendez, li ser daxuyaniyên rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden ên derbarê firotina balafirên F-16 û modernîzekirina wan bo Tirkiyê daxuyanî da.
Piştî ku Serokê Amerîkayê Joe Biden got, ew dikarin balafirên F-16 bifroşin Tirkiyê, li Encûmena Nûneran û Kongreyê nerazîbûn zêde bûn û senator Bob Menendez jî diyar kir ku ew dê li dijî wê biryarê derkevin.
Serokê Komîsyona Karûbarê Derve yê Kongreya Amerîka, senatorê demokrat Bob Menendez careke din dubare kir ew ê di mijara dijberiya firotina balafiran de, gavê bi paşde neavêje û eşkere kir, eger şert û merc bên guhertin jî ew ê helwesta wî ya li hemberî firotina F-16 neyê guhertin.
Senatorê Amerîkî sedema vê helwesta xwe jî rewşa mafê mirovan a li Tirkiyê nîşan da.
Hêjayî bibîrxistinê ye, li gorî qanûnên Amerîkayê, di mijara firotina çekan de, Serokê Komîsyona Karê Derve Bob Menendez xwedî mafê bikaranîna VETOyê ye.