Senatora awistralyayî bi ser Qral Charles de mesiya û qîr kirê: “Tu ne qralê min î!”
PeyamaKurd – Qralê Îngîlistanê Charlesê 3yem di roja duyemîn a serdana xwe ya fermî ya Awistralyayê de li meclîsê axivî.
Qral piştî axaftina xwe bi gotina “Tu ne qralê min î!” ji aliyê senatoreke serbixwe ve hat protestokirin.
Lidia Thorpe, senatora awistralyayî dema merasîma li Canberrayê li meclîsa Awistralyayê bi ser qralê Îngîlistanê, Qral Charlesê 3yem de meşiya û qîr kirê: “Tu ne qralê min î!”
Thorpeê piştî axaftina Qral Charlesê 3yem, bi ser de meşiya û gotê, “Li ser gelê min jenosîd tê kirin,” di berdewama berteka xwe de gotê; “Ev ne axa te ye, tu ne qralê min î!”
Hate zanîn ku ew senatora protestovan ji aliyê ewlekaran ve ji salonê hatiye derxistin.
Piştî vê protestoyê, merasîm bi dawî bû bê ku behsa bûyerê û Qral û Qralîçeya Îngilîstanê derketin derve da ku bi endamên gel re li derveyî avahiya meclîse bicivin ku li benda wan bûn.