TR KU SO
FB X
Cîhan

Senatorê dostê Kurdan Lindsey Graham jiyana xwe ji dest da

Admin H
Nivîskar
📅 12 tîrmeh 2026 10:29

PeyamaKurd - Senatorê Komarî yê eyaleta Karolînaya Başûr a Amerîkayê Lindsey Graham, piştî ku beşdarî Lûtkeya NATO ya Enqereyê bû û vegeriya Washingtonê jiyana xwe ji dest da.

Ofîsa Graham ragihand ku piştî nexweşiyeke kurt û ji nişka ve di 71 saliya xwe de jiyana xwe ji dest daye.

Hate diyarkirin ku Graham, derengiya şeva Şemiyê ji nişka ve nerehet bûye û piştî demeke kurt jî jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku malbata Graham di vê serdema pir giran û zehmet de daxwaza rêzgirtina li nepeniya jiyana xwe ya taybet dike û spasiya her kesê ku duayan ji bo wan dike, dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Lindsey Graham wekî dostê Kurdan dihat naskirin û gelek caran ji bo parastina gelê Kurd li Rojhilata Navîn daxuyanî dabûn.

Parve bike: