Senatorên Amerîkî dixwazin desthilatên Trump sînordar bikin
PeyamaKurd - Endamên Kongreya Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo projeyasayeke nû ragihandin ku armanca wê sînordarkirina desthilatên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên di şerê li dijî Îranê de ye.
Kongresmanan destnîşan kir ku civaka Amerîkayê êdî piştgiriyê nade berdewamiya pevçûnan û divê biryarên stratejîk di bin çavdêriya Kongreyê de bin.
Endamê Kongreyê Thomas Massie diyar kir ku ev proje bang li Trump dike ku ji vî şerî vekişe, ji ber ku şer bûye sedema krîzeke aborî û bilindbûna nirxê sotemenî û zibilên kîmyewî.
Endama Kongreyê Georgie Weeks jî tekez kir ku li gorî qanûnan, tenê şiyana Kongreyê heye ku biryara şer bide û divê serok serî li wan bide.
Li aliyê din endamê Kongreyê Randy Fine bal kişand ser metirsiya atomî û rewşa bazirganiyê û da zanîn ku divê ew piştrast bin ku Îran nabe xwedî çekên atomî û divê Tengava Hurmiz ji bo çûnûhatina deryayî ya azad bê vekirin.